kabrayek hebû nawî biraymoke û xełkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1069 Dîtin

kabrayek hebû nawî «biraymoke» û xełkî kuneflusey xoşnaw bû. řojêk çwar bar tirê dênê bo hewlêr. tirêke efroşê û egeřêtewe, swarî yekê le gwêdrîjekan ebê û sêkey tirî edate pêş xoy, lew serewjûrekeyey la pîrmamda seyr eka wa sê kerî le pêşe, ełê min ke hatim bo hewlêr çwar bûn, êsta ma bûn be sê? da’ebezê eyanjimêrêtewe seyr eka çwarin, swar ebêtewe ebnewe be sê. ełê desa şerit bê hewlêryan kerêkyan lê dizîme.

da’ebezêtewe eyanjimêrêtewe çwarin, swar ebêtewe sên. ełê ya řebî be gunaḧanim lê negrî, hewlêrîyan neyandizîye, eme îşî em pîrmameye, pîr buwe natwanê biřwa lo ’ecan, ker le min edzê, eme lay xoy şêxî dû girdane, keçî dizîş deka. lew swarbûn û dabezîne kabrayekî maweranî çawî lê ebê, eçê be layewe pêy ełê ewe lo wa dekey? ełê çiswanim, keranim birdîye lo hewlêr, çwar bûn, keçî henûke demê çwarin û demê sên!. ełê ey ewey xot ḧîsab nakey ke swarî bûy? ełê dek marit be quř negîrê, ewe ku zanît? desa debê pêm birêy min keynê demirim, dyare to hemû şitan dezanê. kabray maweranî be layewe zor seyr ebê, ełê: ew kerey swarî bûyt her wext sê tiř û nîwey kend lew hewrazeda, to demrît. lêk cya ebnewe.

biraymoke zor nařwa pîrenêreker tiřêk ekenê. kabra ełê ewa hendêkî çû, tiřêkî tir û tiřêkî tir. ełê mayewe ser nîwekey. zor nařwa kereke tisêk ekenê, kabra ełê ewa tewaw min mirdim. le ker da’ebezê û lew naweda lê řa’ekşê û ker bew naweda biław ebnewe. le lay êwareda kabrayek bewêda tê epeřê, seyr eka wa zelamêk lewêda kewtuwe, eçête serî nûke pêyekî têwe’ejenê, ełê kabra bo lêre kewtûy? ełê lêm geřê min mirdîme. ełê çon? ełê xidrî zînde pêy witim her wext kereket sê tiř û nîwî kend to emrî, henûke ew kendî û min mirdim. pêy ełê heste hey ker, heste hêşta mawte. hełî estênê, kerekanî bo ko ekatewe û ełê biřo le małewe bimre.