babekir aẍay pişderî boy gêřamewe witî pyawêk

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  535 Dîtin

babekir aẍay pişderî boy gêřamewe witî:

pyawêk jinêkî hêna lew wiłatî swêwsênayetîye, jine mercekey ewe bû, ke kabra şewî de bika, kabra ta maweyek wabû, paşan hate ser şewî pênc û paşan bû be yek! dyare jine beme danaskê, çuwe lay mela şikayetî kird, neşî ewîst betewawî û be aşkira bîłêt her ewendey wit witî: ta bû wa bû, lar bû wa bû, çî bikem êsta lem gołe! be penceşî legeł qisekana îşarey ekird. emca mela le pyawekey pirsî to ełêy çî? ewîş witî: ta wabû wa bû, lar bû wa bû, çî bikem lem dołe!

emîş dîsan be pence û be bał îşarey ekird, karesatekeş bem core bû:

jine legeł witnî «ta wa bû wa bû» her de pencey řast kirdotewe û řûy kirdote mela yanî de car, ke witî: «lar bû wa bû» pênc pencey la bird û pêncî hêştewe û tozî larîşî kirdewe, yanî deyeke hate ser pênc û pêncekeş ew hêzey nîye, wate de’bay kabra şil buwe û ew hêzî nemawe, ke witî: «çi bikem êsta lem kołe» her yek pencey řast kirdewe ewîş serî pencekey çemanewe wekû «koł»y lê hat yanî êsta her hatote ser yekê, yekekeş wanêkekey betewawî lûtî dajenduwe û koł û kul buwe, min çî bikem lewe be kełkî min naye! emca kabraş ke witî:

«ta bû wa bû» be destî çepî pencegewre û doşawimjey geyande yek û wekû hełgey lê kird, yanî le katî xoya bîlamanêkey tesk bû! ke witî: «lar bû wa bû» her dû doşawimjey, wate fiłq buwe! ke witî: «çi bikem êsta le dołe» pencey destî çepî xiste ser kelekey xoy û be destî řastîşî hatuçoy pya ekird, yanî: bîlamanêkey êsta buwe be şîw û doł, hîç be xoş nazanî min çî bikem lew doł û dołyane!