qani’î şa’îr gêřayewe witî ewa desteyekîn...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  481 Dîtin

qani’î şa’îr gêřayewe witî:

ewa desteyekîn çûyn bo małî şêx ’ewlî serkan û bûyn be mîwanî ewan û daman nabû ke êsta meřêkman bo ser ebřê û mencełî piław û goştiman bo exene ser. ke çûyn û danîştîn, şêx ’ewlî xoy bexêrhatnêkî zor germî kirdîn û le paşa destî kird be gêřanewey «řaw»y ew řojeyan. kirdî be gałe ke çon kerwêşkyan hestanduwe û kewtûnete şwênî, witî: lew lawe tancîman tê berda û kirdiman be qirîwe lêy lemlawe çen zelamêk beryan le kerwêşk biřîyewe û destey bin řan kirdyan be hera. emca lenakaw û leser xoy berî kird bew lawe û witî: amîne a tirşawêk lê nê bo emane.

dîsan tê hełçowe û be kef û kułewe witî: be xwa tancîm tancî bû le pałekeda xoy geyand be kerwêşk û girtî xêra ḧeme çû le demî wergirt û serî biřî, be řastî řawî îmřoman zor xoş bû. emca qani’ witî: êmeş demman bû be tełey teqîwewe, be temay çî bûyn û ke çî tûşî xwardinî çî hatîn?!