şêx se’îdî ḧacî şêx ’elî gêřayewe ’eblanî...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
620 Dîtin
şêx se’îdî ḧacî şêx ’elî gêřayewe: ’eblanî ’elaf hebû le suleymanî, bêwejnêkî mare kirdibû, lepaş beynêk tełaqî da, kabrayekî tirî ’elaf marey kird, lepaş çend mangêk ewîş tełaqî da. ’eblan marey kirdewe, dîsan tełaqî dayewe û ewî tir marey kirdewe! leser em aw û daneşe ḧew car emeyan tełaqî eda gurc ewî tiryan marey ekirdewe, bêwejnî hejar etut topî ciłîtêne em hełî eda bo lay ew, ewî tirîşyan têy heł’edayewe bo lay em! le axra carêk le bêwejnyan pirsî: bacî ’asim! em dû mêrdet kamyan baştir bûn bot? witî: be xwa birakem! ewey xêrî xêr bê le hîçyanim nedî, tenha ewe nebê ewan beser minewe kawêjyan ekird!