kabrayekî xełkî ew girêze û muwane eçête...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  372 Dîtin

kabrayekî xełkî ew girêze û muwane eçête xizmetî kake ḧemdî şêx tobe bika. dinyaş çiley zistan ebê, her berokî kake ḧemd egrê û wazî lê nayenê, le encama ser le êwareyek kake ḧemed pêy ełê biçore ew ḧewzewe. kabraş eçête ḧewzekewe û ta beyanî tîyaya emênêtewe! beyanî kake ḧemed bewêda tê epeřê kabra lenaw ḧewzekewe bangî lê eka ełê: qurwan! xusyagim? şêxîş efermûy: xusyagî were derewe. paşan le kabra epirsin: mirdût mirê çon şewê lew ḧewzeda serma neykuştî?! ewîş ełê: bira! le dûrewe çawim le agirekey giłezerde bû teskînîm bo ehat!