xurşe tazey mêrdî kirdibû be ḧeme weys...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  499 Dîtin

xurşe tazey mêrdî kirdibû be ḧeme weys, yektirîşyan zor xoş ewîst, xurşe hêşta cilî bûkênî leber danekendibû û mirdin le řêgay hemû kesêkaye ḧeme weys mird! xurşe hemû êwareyek eçuwe ser gořekey û têr û piř boy egrya.

êwareyekyan çû bo ser zyaretan, le coşî giryana bû, kuřêkî gencîş hat lewberî qebrekewe danîşt û lew be kołtir destî kird be giryan, paş lêbûnewe xurşe be kuřekey wit: xwa sewawit binûsê birakem, kuřeş çawî siřyewe û witî: tuxwa xuşkim ewe çît bû? xurşe witî: wełła birakem mêrdim bû, witî: zorit xoş dewîst? witî: bê yek nemanekira, wa êsta xak lêkî cya kirdînewe. îtir xurşe neypirsî lew kuře to çî em bûyt wa bew core be kuł boy egryay? emca kuře witî: desa xuşkim bîke be xatrî ew xoşewîste cwanemerget eger lew şwêneda yekêkim nedeytê! xurşem xurşe bû, her gwêy leme bû hesta lus û barîk boy pan bowe witî: wa swêndim edey be gořî ḧeme weysî cwanemerg natwanim diłit bişkênim were pêşewe! îtir kar le kar tiraza!