kabrayekî mamêzekî carêk le mangî miḧeřemda

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  485 Dîtin

kabrayekî «mamêzek»y carêk le mangî miḧeřemda eçête kirmaşan, em mamêzekîyane sunnî mezhebin, le kirmaşan bezor řapêçî eden û eyxene naw destey sîne zenekanewe. ewîş çar naçar dest eka be sing kutan û be layewe wa ebê em sing kutane dujminayetîye bo ’umer, ca bedem sing kutanekeyewe emaney xwarewey ewt:

ye kar zure ya omer
çemanim kuře ya omer
ey destey min leser sîne
to mewşe ey kare kîne.
cergim sûtaye ya omer
eřat we daxe ya omer
heleq meleq ewşim we to
we zur ewşin bo şînim we to
yane, řay min gû xwardine
seyel we asman xistine
yekar zure ya omer
çemanim kuře ya omer!