şêx ḧisênî qeredaẍî hebû boy gêřamewe witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  358 Dîtin

şêx ḧisênî qeredaẍî hebû boy gêřamewe witî:

ewe emewê biçmewe bo małewe tûşî diruşkeyek bûm be diruşkeçîyekem wit: be çend swarim ekey? witî: be dû řupye. witim pyawî çak be zelamêk be řupîyek swar ekirê, êsta çon ełêy dû řupîye? witî: axir to zor zilî le dû zelamîş ziltirî. witim eme qise nîye to eykey, her wekû xełkî tir dû destim heye û dû qaçim heye û dû çawim û dû gwê, îtir çîm zyatre lew xełke? witî: be her cor bû legeł eweş ke xełkî tirî be řupîyek swar ekird be řupîye û nîwê řê kewtîn hatim swar bim witî: nekey, biço le piştî ’erebanekewe bisuřêwe û were bedzî espekanewe xot bikutere naw diruşkekewe, egîna espekan çawyan pêt bikewî be dû zelamit tê egen û nayełn.