sałêk le suleymanî bêbaranî hat be sera û...
sałêk le suleymanî bêbaranî hat be sera û xełkeke zor şiłejan û kewtin nwêjebarane, nwêjebaraneş le derewey şar ekirê, mela û ḧacî û pyawî pîr û mindałanî sawa û małat legeł xoyan eben û dest eken be nwêjkirdin û pařanewe le xwa ke baranyan bo bibarênê.
xot ezanî mizgewtî gewrey suleymanî ḧafzî zorî lêye, ḧafzekanîş legeł xoyan eben bo em nwêje niza û pařaneweye, bo ewe bełkû xwa řeḧim bem hejar û bêçaw û sawa û małate bika û baran bibarênê. ew deşte leber dengî mela û nizay pîr û bare û qařey meř û giryanî mindał, ebê be řojî qyamet, her yeke be cya hawar eka û epařêtewe. sere hate ser ḧafzekan bo ewe dest biken be du’a û pařanewe. le nawyana mela se’îdêkî baneyî hebû, hesta goçanekey girt be destewe û pêşkewt û destî berz kirdewe û witî:
xwaye! to ezanî naw şarî suleymanî ke baran ebarê ebê be çi quřuçłipawêk? êmeş ke kwêrekanî mizgewtî gewreyn lenaw quřuçłipawî kołanekana ḧałman ḧałî sege û her tep û kutmane, ca to hîç gwê mede be fiłtefłê emane. bîke be xatrî gewreyî xot û xoşewîstî pêẍember dergay asman bibeste û mebełe tinokî baran bête xwarewe, ḧałî ême betewawî şiř ebê û ew wexte xot ezanî çît pê ekem!