mela ḧesenî şatrî boy gêřamewe witî ’êlî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  408 Dîtin

mela ḧesenî şatrî boy gêřamewe witî:

’êlî serewjûr eçû bo kwêstan, minîş eçûm bo «kifrî.» pyawêkî caf hebû «řewe»y naw bû, le řêgada tûşim bû û ewîş her bo kifrî eçû, witî: mela ḧesen to xanexwêt hes? witim a. witî: sa be xwa min nîme, minîş her têm bo małî xanexwêkey to. witim: başe.

geyştîne nawşar, kabrayek tirozî efroşt, komeł komełî kirdibowe bangî ekird komełî be pênc qiruş, «řewe» lêm dûr kewtibowe, ke gwêy le kabray tirozîfroş bû, her le dûrewe lenaw bazaředa be dengêkî qaym bangî kird: ho mela ḧesen, mela ḧesen, a pênc qiroşêkim bo bisêne! minîş tirozyekim bo kiřî û şewê çûyne małî xanexwêkey min.

şew ewa danîştûyn kitupiř kabra le małekeda têrgeleyekî be marpêçekeyewe berçaw kewt, her řast bowe û hawarî kird kuřgel! ay kewe kîfin xwardimanî! nêrgele û marpêçî daye ber guł! leme bûynewe û danîştibûyn awêneyek be qed dîwarekewe bû, mindałêkîşman la danîştibû, mindałeke lenaw awênekeda le «řewe» we dyarbû, ke dyarîş bû be serewlêjî dyar bû, řeweher ke çawî beme kewt pelamarî mindałî naw awênekey da û witî: ya ẍews netkirdiwê, ya ẍews netkirdiwê! lay wabû eme ekewête xwarewe!