ewřeḧmanaẍay eḧmed aẍa le suleymanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  410 Dîtin

ewřeḧmanaẍay eḧmed aẍa le suleymanî pyawêkî xawen mułk û dêhat bû, le zortirî gundekanya leber ewey aw û berawyan zor bû, mereze ekira. sałêk birincêkî zor zorî bo hat, pêş ewe birinc bête berhem hemûy firoşt, firoştinekeş her ewende bû be qise, qisey dawe ke firoştî egîna parey wernegirtibû.

birinc lûtî berz kirdewe û serkewt, řoj be řoj her girantir ebû, ew sałe cige le birincekey ew, heç mereze û birincêk le wiłatî suleymanî hebû hemûy nehatî řûy tê kird, ’elaf û birinickiř hemû řûyan kirde ewřeḧma naẍa bo kiřîn, ewîş her eyut birincim firoştuwe, birinc sê qat û çwar qat serkewt, emca le wiłatî kerkûk û musłewe ehatin bo lay, ewîş her eyut birincim firoştuwe, tucarekan layan wabû, ke ewřeḧman aẍa boye birincekeyan nadatê be temay zyatre, eçûn tikakaryan ehêna ke birincekeyan pê bifroşê, ewanîş eyanut be kêt firuştuwe, ta biçîn lewî bikřîn, ewîş neyewt, birincîş řojbeřoj le serkewtine, eyanut aẍa firoştute firoştute, êsta birinc ta şeş qat serkewtuwe, hêşta neştidawe be kiřyareke, pareşt her wernegirtuwe, eme şeş qat parey birinc şitêk bide be kabray kiřyar zor memnûnîşt ebê, xo ew hêşta pułêkî nedawe be to, we birincîş hêşta nehatote berhem, ta to biłêyt şitêkî têdaye! birinickiřî hemû layek betewawî ewřeḧman aẍayan weřez kird û ḧeyşyan pê tał kird! la axra witî:

ewe êwe ełên çî, min birincim firoştuwe, xo şerefim nefroştuwe! hemûm dawe be mela ḧesenî ’elaf, biçin lewî bikiřn.