silêmanî ḧeme canî řoẍzayî le binemałey...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  452 Dîtin

silêmanî ḧeme canî řoẍzayî le binemałey begzadey caf nebuwe, bełkû le kwêxakanî caf bû, bełam demar û pyawetîyekey şanî dabû le şanî hemû begzadeyekî ew serdeme. ewey min bînînim le 1928da le kwêstanî binarî bane dewarêkî dwanze hestûnî hełdabû, řewe mayn û małatî be dewrewe bû, dû kuřî cwankeley hebû taze pê egeyştin hêşta xetyan nedabû, yekêkyan ḧeme sidîqî naw bû, her yeke sê tîrêkî êranîyan be destewe bû, her yeke maynêkî be řextyan hebû swarî ebûn, ew řoje xeberyan hêna ke «metḧet»y biray xêzanekey le germyan kujrawe, bû be qyamet û şînuşepoř, herçî hobey caf hebû lew wiłate kobûnewe. silêman xan çend gundêkî wekû «qarewa, dereşêxan û masêr»y lew wiłate kiřîbû hatuçoy germyanî kemtir ekird. be zistanan içuwe xanwî gundî û be hawînan eçuwe dewarewe, pyawêkî heta biłêyt teřpoş û qisey dane daney ekird, hîç xwêndewarî nebû, qise řewa bû lew wiłateda.