gelê nawdaran û şaswaran û xawenî dîwexan...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  554 Dîtin

gelê nawdaran û şaswaran û xawenî dîwexan lew wiłatî kurdewarîye hełkewtûn, bełam nawyan legeł leşyana çuwete gořewe! «mi’in abin za’id» le neteweyekî tirewe gelê qełemî bo nanbideyî kewtote kar, bełam le kurdida kesêk nebuwe ke kesêk zîndû bikatewe!

ḧemey ḧacî hamîne hebû, em ḧemeye le serdemî turkekana zeftye, paşan derçûbû pyawî małî xoy bû. temenêkî başî řabwardibû ta em dewre dwayyeş her mabû. witî:

gelê pêş giranîy gewre, řêm kewte «koye» ḧeme’aẍay koye bibû pyaw. wirde wirde nawî der’ekird. dîwexanî řakêşa bû hemû řojê nîweřo û êware çend sînî ehate dîwexan. her be dû zelam leser sînîyek da’enîştin, piław û çêştî şile leser sînîyekan bû. ew core şitane le hemû dîwexanêk hebû. bełam le dîwexanî ḧeme’aẍada nasraw û nenasraw cya ne’ekirayewe. ew mîwaney nasraw buwaye ya nenasraw, xizim buwaye ya bêgane, aẍa buwaye ya sepan, swar buwaye ya pyade le dîwexana be yek çaw seyr ekiran. alîkîş bo wiłax her yek alîk bû. lêpirsînewe bo hîç şitêk nebû. witî:

le řêgayekî dûrewe çûm bo koye. bûm be mîwanî dîwexanî ḧeme’aẍa bebê ewe bimnasin. mayînêkim lejêra bû. lepaş çend řojêk mayînekem topî. le dewłetî dinyaş lew mayîne bewlawe hîçî tir şik nabem. zor boy kewtime peroşewe. ta mayînekem mabû hemû řojê eçûm tûrekem ebird ka û com bo wer’egirt û bom ehêna. fîkirim hate ser ewe ke her biçim kaw û coke werbigrim. hemû řojê beyanî û êware eçûm alîkim ehêna û ehatmewe le jûrêka kom kirdewe ta zor zor bû. emca hênam firoştim. bew pareye maynêkî tirim kiřî. lem mawe dûr û dirêjeda yekê nebû lêm bipirsê biłê: erê bira to çît? çi kesî, le kwêwe hatûy! ke bûmewe be swar, îtir hatme ser ewe biřom, çûm bolay ḧeme aẍa destim maç kird, witî: herame to kêyt? ḧałekey xomim betewawî bo gêřayewe, witim xwa em dîwexan û wecaxe têk neda, witî: herame bo eřoy? danîşe lelay min, witim qurban ebê biçmewe bo wiłatî xom û bo naw mał û mindałim, witî: herame nawit çîye? witim: qurban ḧemey bacî hamînem pê ełên. witî: řołe em beyne be nenasrawî danîştûy îmşewîş be nasrawî danîşe, witim: bełê.

beyanî demew çêştangawêk bû, bangî kirdim: heramekey suleymanî, hestam çûme berdemî û witim: bełê qurban. witî: řołe to ew maynet way lê hat bo le heweł carewe dengit nekird wa em beyne xotit le mał û mindał dûr xistewe! destit bêne. mistî hêna şitêkî kirde destim û witî: eweş bere bo mał û mindałeket, her careş hamşoman bike. destim maç kird û hatme derewe, ke şitekey mistîm bijard seyrim kird penca lîreye. witî, her careş hatûçom ekird. le sałî giranîye gewrekeda ke ew qatuqře bû ke hebû, ḧeme aẍa çend mencełî zincîrî le mil řîz ekird, hemû êwareyek herçî hejar û bêdesełatî koye hebû (tenanet hî ladê nizîkekanîş) ehatin be qerewane şorbayan ebird û her yeke nwêrduwe nanîkêyan edanê, eme ḧałî ḧeme aẍay koye bû ta giranîyeke beser çû.