le gundî girdesor le wiłatî hewlêr baw wa...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  459 Dîtin

le gundî «girdesor» le wiłatî hewlêr baw wa bû ke mîwan řûyan ekirde ewê yekê le xełkî gundeke be sere nanî bo ewu mîwane dirûst ekird. řojêk desteyek le gundêkî tirewe legeł kwêxada be mîwanî çûne girdesor. ew řoje melay gund witî: îmřo nobey mine û ebê min nanyan bo dirust kem. çuwe małewe řayspard, ehlî girdesorîş wa pişti’esûr bûn ke mela nan dirust eka.

êware nwêjî şêwan kira le mizgewt mîwan hemû be mela fettaḧewe çûnewe bo małewe. mela ke eçête jûrewe seyr eka jin hîçî nekirduwe. mela fettaḧ dête derwe, laqêkî exate em lay qapîkewe laqêkî exate ew lay ełê: kwêx çarêkî xotan biken mela jin hîçî nekirduwe.