lew kurdewarîye bawe ke nwêjî cejin kira...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  603 Dîtin

lew kurdewarîye bawe, ke nwêjî cejin kira xełkeke eçin bo małan bo cejne pîroze. le gundî «şwê» lew wiłatî «bane» ye paş ewey cema’et nwêjî cejin eken melayekyan pêşyan ekewê û eçin bo małekan bo cejne pîroze. ke eçne her małêkîş şitêk her exon. hî waşyan têda ebê hîç naxwa. bełam mela belayewe «sunnet» e le hemû małekan şit bixiwa. way lê dê îtir natwanê bepêyan biřwa. kerêkî bo dênin swarî kereke ebêt û pêş xełkeke ekewê. emca way lê dê îtir naştiwanê daşbezê. her beser gwêdrêjekewe pîrozbayî eka. şitêkyan ke hêna her beser kerekewe parûyekî lê exwa û ełê: bezyadî ken.

le axra małî pîrêjnêk emênê eçin bo ewêş. bebê dabezîn leber dergake pîrozbayî eka û eřwa. cema’etîş be şwênyewen. leweş ekewê her leser kerekewe şit bixiwa! pîrêjne dêt berdemî egrê û ełê: bequrbanit bim şîrewaman heye ebê bo pîrozbayî parûyek her bixoyt. melaş ełê: serî kereke bigêřnewe şîrewa sûke!