ḧacî mistefa paşay yamłikî le nexoşî mirdinya le

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  416 Dîtin

ḧacî mistefa paşay yamłikî le nexoşî mirdinya le xestexaney mecîdye bû le beẍda, řojêk dest eka be giryan xuř xuř aw dête xwarewe be çawya. pêy ełên: paşa! xwa şîfat eda û der’eçî boç wa bêtaqetî ekey!

ewe wa nîye her kes nexoş bikewê bimrê. ewîş ełê:

ewe êwe ełên çî?! min bo ewe nagrîm ke emirim, emirim be gûnî bargîrtanewe. bo ewe egrîm ta ew wexte min, min bûm em nask û nazdarane le kwê bûn. êstake min hîçim pê nemawe çon em firîştane wekû pepûle be dewrma esûřênewe?! min bo eme egrîm.(mebestî sîsterekan bû)!