taze paqlawe û maqlawe dahatbû kabrayekî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  365 Dîtin

taze paqlawe û maqlawe dahatbû, kabrayekî cafî koçerî carêk le małî meḧmûdpaşada xwardibûy, zor be layewe be lezzet bû. em kabraye eçê bo suleymanî seyr eka wa le dûkanêka ewey le dûkanekey meḧmûdpaşada xwardûye heye û kabrayekîş wişk lenaw dûkane be seryewe řawestawe. emîş leberanberyewe her ewestê seyr eka kabray naw dûkan hîç cûłe naka. eçête pêşewe boy dû pence řûbeřûy herdû çawî ekatewe! kabra serî ekêşêtewe dwaw û ełê: ewe boç wa ekey? ełê: bira ewe bo çî çawit ewînê? ełê: boç nabînê! ełê: ey eger ewînê bo çî têrupřî lê naxoy?!