şêx beşîr etruşî boy gêřamewe witî lew...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  566 Dîtin

şêx beşîr etruşî boy gêřamewe witî:

lew wiłate, aẍa şiře. kabrayekî ḧeyranbêj benawbangî aẍayekewe eçêt û şewê ebê be mîwanî bo ewey şitêkî bidatê. lekwê agirdan da’enîşin û ḧeyranêkî bo ełê. aẍa ełê: meřêkî bidenê; emca «xezêm» êk ełê. aẍa ełê: gayekî bidenê. bem core her ew goranîyek ełê û aẍaş her boy zyad eka, heta beyanîy řoj ebêtewe. kabra beyanî îtir eyewî biřwa; seyr eka hîç dyar nîye! eçête lay aẍa ełê: emewê biçim bo layekî tir, xełatekem biderê ba biřom. ełê: xełatîy çî?! ełê: ewaney ke şewê fermût, aẍaş ełê: to çakit wit û minîş çakim wit! kabra behenasesardî îtir lê eda eřwa!