şêx necmeddîn gêřayewe witî bekir aẍay gewirk

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  423 Dîtin

şêx necmeddîn gêřayewe witî:

bekir aẍay gewirk ’emrî xway kirdibû. kuřêkî hebû; kuřekeyan le cêgay danabû. em kuře zor cirtufirit û hîç bû, şêt nebû; bełam wekû şêt wabû. xizmetkarêkî bawkî hebû ke pyawêkî zor jîr û dana bû; hemû carê amojgarîy kuřekey ekird ke wa cirtufirit nebê û tozê giran û sengîn bê; bo ewey xełkeke şermî lê biken û şwên agirdan kwêr nebêtewe. ledway hemûştêk kuř hate qise û witî: babelê, babelê! be xuday lûtey eḧmed şoxêeḧmed şuxê: şaxêke le beşîy gewrkîy êran belay şimalî serdeşteweye. bibestî be gunmewe, taze giran û sengîn nabim!