şêx marfêkî ziłziłeyî hebû le suleymanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  452 Dîtin

şêx marfêkî ziłziłeyî hebû le suleymanî nûşte û şitî ekird bo nexoş. afretêk hebû, ewîş pûre «nebat»y naw bû, kuřêkî ceḧêłî hebû zorî xoş ewîst; em kuře «tay» lê hatbû, daykî tûşî gelê hatuçoy lay şêx û mela bibû pêwe. le axir cara řêy ekewête lay şêx marfîş, pêy ełê: be qurbanit bim, kuřekem tayekî qursî lê hatuwe; ebê nûşteyekim bo bikey boy. ewîş nûşteyekî bedłî bo eka û boy qed eka û eydatê. pêy ełê: pûre nebat! em nûşteye lenaw awda bişowe û awekey biderê bîxwatewe, bełam her bo zyadebřişit, dû sê siłpateşî biderê bîxwa; behîmmetî şêxan çak ebêtewe!