dû kabra kêşeyek le beynyana řû eda...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  463 Dîtin

dû kabra kêşeyek le beynyana řû eda, yekêkyan daway hendê parey qerz lewî keyan eka, ewîş ełê: lam nîye. encamyan egate şeri’kirdin û eçne lay mela sałî kozepane, mela be kabray dawaker ełê: şayetit heye? ełê: newełła. be kabray dawa lê kiraw ełê: swênd exoy ke em pareyet lela nîye? ełê: bełê. emca be kabray dawaker ełê: swêndî edey? dełê: bełê ba biçêt destinwêj bişwa û bêt swêndim bo bixiwa; kabray dawa lê kiraw ełê: destinwêjim heye û êsta qur’anî bo exom. kabray dawaker ełê: her ebê destinwêj bişwa. melaş ełê: bawkim! ewa ełê destinwêjim heye îtir destinwêjî çî bişwatewe?! kabray dawaker ełê: nabê, ta leber çawmewe destinwêj neşwa qayl nabim. îtir mela sałḧ egate tînî û ełê: mirdît mirê lo hêrît! ewa eçê leberçawtewe destinwêj eşwa û paşan dest exate ser kêrî û lot denêrê, îtir to eme çîye girtûte ser ziman her ebê leber çawmewe destinwêj bişwa!