yekêk le dostan emey lay xwarewey bo...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  619 Dîtin

yekêk le dostan emey lay xwarewey bo gêřamewe, witî:

ewa deştêke le wiłatî sayenqeła, şewnimî behar řazandûyetewe, guł û gułzare, řêḧane û wenewşe destyan le milî yek ałanduwe, xermaney guł û xermaney mang çawşarkê eken; lew beheşteda û le deşteda taqe gořêkî lêye, wa dyar bû diłî diłdaranî ekulandewe, diłî ekulandewe be çî? be xamoşîyekey! be xamoşî ew kese ke le dutwêyda serî nawetewe û diłî kirdotewe bo neway nazdaran û bo dengî xermanan!

witî: leser ew goře, perîyek hebû baweşî pya kirdibû, wekû baranî behar firmêsk beçawya ehate xwarewe û wekû kotrî yahû eylawandewe, nek diłî her ew kese le gořekeda bû, bełkû diłî berdîşî etwandewe!

çûm be layewe hestim bo řagirt wekû ew hestey ke bo sirûşt řa’egîrê. çon dengî besoz le keman û pyanoy besozewe ezrîngêtewe, ewîş le gwêda elerêtewe!

witim ey perî! boç wa egrî? ey diłbirîndar! boç ewendey tir diłî derûnî ew xake birîndar ekey?! řaçenî, diłmî tenî! seyrim kird řûmetî ew lenaw qije şeweyekeyda derkewt, natwanim biłêm mangî çwarde bû lenaw pełehewre řeşekanî asmanda ke serî ehênaye derewe, çunke ew mirwarîy firmêske lenaw dû çawya ke ehate xwarewe be řûmetya, birîqey zîwînî le birîqey guławî naw şûşey ber hetawî ekird, mangî naw pełehewrî asman ewey têda nebû. witim: ew kułet eger bo dostite, le cêgay ew nîşan bigre lem doste ke destî leber destite! beharî cwanîy le xezanî pîrî dawa meke, temen ke řabward, kemendî xeyał nahênêtewe; piřmey giryan bike be dengî şadî, awazî zarî bike be neway goranî, le baxêkî tira bibe be gułî bulbulêkî tir.

ke emanem wit; seyrêkî kirdim û behenîskî giryanewe witî: bełam wekû şekir le lêwarî yaqût û sedef bibarê;

min û em gułey, kewtote naw xak
bo min diłêk bû, neybû le kes bak
minîş gułêk bûm le dinyay ewda
herwa be hewar, le řoj û şewda
egeřa sersam be deşt û derda
boy danam řoḧî, le gořî tengida
min û ew, guł û bulbul bûyn le bax
carê ew guł bû, bewêney çirax
carê bulbul bû le dewranî min
eyxiwênd be bałay newnemamî min
min carê mom bûm, ew perwane bû
carê ew mom, min perwane bûm
êsta xak kewte beynî min û ew
dinyay řûnakî, lê kirdim be şew
ḧeyfe ew bałay ke dîwme lelam
cêgay bigrêtewe, bêganeyekî xam
bexuřey firmêsk, em xake ediřim
eçme layewe, gişt awat ebiřim
ser berzewe nakem ta eçme pałî
gułeçin ekem le xet û xałî!

witî: bêdeng bû, ke çûme ser wextîyewe, gyanî sipardibû, çûm çend jin û pyawêkim hêna; jinekan şutyan û pyawekan letenîşt gořekey tirewe, gořêkîşyan bo ew hełkend, esperdey xakman kird; lewêda bebê cyabûnewe be ebedî, destyan kirde milî yek.