em parçe hunrawey xwarewe hî hunerêkî kurd

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  999 Dîtin

em parçe hunrawey xwarewe hî hunerêkî kurd «mela ẍefûrem mela ẍefûre, ḧafiz û bêçawîşe.»y siłaxîye, nîwey yekemî tûřebûn eda, lenîwey duwemya eyhênêtewe û aştî ekatewe, min lejêr nawî «xeşim û vyan» we ya «xusp û wesp» da eykem be parçeyekî edebî le samanîy zimanî kurdî:

ta bêjim têt, ebiřim xawenî cwanî û desełat
çawî awat û hîwa, ey gułî sertopî wiłat
dademirkê kułî dił, tawêkî lê xem çi debê?
be serî nûkî zimanim le binî pencey pat!
řojî hełkewte, desa bêdłekem têt řakem
be tirembêlî fîdakarî berew kořî xebat!
yarî şîrîn de were, ta zuwe lêt neçuwe,
temenî cwanî, bijîn pêkewe, ta key betemat?
gyanekem xo to hezar carî tirit dawe be min,
qewlî bê kirdewe, her wişketrînim behîwat!
kengî bom dadekenî? xomit beserda kêşim,
kewşeket maç kem û ser danêmewe ber pêt kiz û mat?!
lêt neçê řenge leber tengî, deba bot teř kem
deste nerim û şileket, bazne azarî edat!
tundutêjî bese, bom têke heta lêy řadem,
be simêł gesgî dem em toze leser şanî kewat!
to leser em řiqe bît, têk deçeqêyn le piřa,
min pêt diřkî mijoł û to le dił tîrî nîgat!
her nebê taqe yekêkim deyê ba xom nekujim,
lew hemû desře ke pêy desřî lêwî nebat;
bêłe xawî kemewe, boç řeqe wa kelleserit?!
barî lêwim be tike areqekey sergonat,
paş û pêş her yeke bo min ke mebestim çûne,
zerdelîmot bixeme destimewe ya pirçî syat?!
her lelay toye ewey min demewê têy kêşim,
xułî berpête, le çawim kewê, řûnakî ekat!
ḧez dekey carê bijîm, bom were pêş ta têy nêm!
dem lenêwî mem û sîne, wexom awî ḧeyat!
neyełim bêşê, were pêşê, de ba bot tê xem!
em dû engustîley ałtûne le qamkit bexełat,
de were gyan, we qewet tawê emem bigre be dest!
nezmî destim be serî pence, nexoşim, kelelat,
min ke xom nawete pênawit, etoş bom fiş ke!
qołî řastit bixeme baskim û derçîn le wiłat,
ba bikem tobe leser dest û îtir dayhêłim,
řîşî bozim bibme salkî ber koşk û serat,
her witim kwanê? biłî diłim meşkêne.
ḧafzim musteḧeq, çaw le destî tom hemû kat,
cwanîy toy da le meḧek naḧezê, min bom derkewt,
ewî cwanan hemû layane betenya heye lat!
lêt ebem carê, bebê dengî neçî bîkeye qaw,
nawî hawkarî, legeł şořsekey dîmukirat!