sałêkî zû pişêwîyek peyda bû le le ’êraqda

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  409 Dîtin

sałêkî zû pişêwîyek peyda bû le, le ’êraqda hemû îş hatbuwe ser çepłelêdan. le kerkûk hemheme û muzahere bû, eyanut:

kerîm kerim lîlemam
dîmuqratîye weselam

kurdekanîşyan têkeławî ew muzahereye kirdibû, neyanezanî wekû xełkekey tir biłên, eyanut:

kerîm kerîm lîlemam
dû metreq û sê zelam!

her le muzaheraneda sûrekan eyanut:

ḧizbekeman lînîne.

kurdekan neyanezanî bîłên, eyanut:

ḧizbekeman dînîne.