ḧacî ḧemedemînî sîsawa gêřayewe witî ḧemed...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  414 Dîtin

ḧacî ḧemedemînî sîsawa gêřayewe witî:

ḧemed aẍay ser çya tozê bizêw bû, řojêk eçête lay qa’îm meqamî řewanduz, ewîş demêke le řawî ewe daye ke bîgrê, ewa be asanî kewtote ber destî! ke da’enîşê, qa’îm meqameke be turkî ełê: tutin wêzne. ḧemed aẍa her řast ebêtewe, xencer hełekêşê û yexey qa’îm meqam tund egrê! qa’îm meqam ełê: ewe to şêt bûyt?! ḧemed aẍa ełê: gelê car bew tutne gîrayme, qa’îm meqam naçar wazî lê dênê!