miḧemmedî mela kerîm gêřayewe witî pyawêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  442 Dîtin

miḧemmedî mela kerîm gêřayewe witî:

pyawêkî qisexoş boy gêřamewe witî: bêwejnêkî teřpîr, xafatmî naw bû, fêr bibu be mêrdikirdin. gelê mêrdî kirdibû, carêk legeł pyawêka ke «ḧemeřeş»y naw buwe û sere hatbuwe ser ew, řê ekewê mêrdî pê bika, bełam be mercê ke her şewê «bîlamanê», pêncî legeł bika. bem core qewl û qerar ebestin, her yekem şew ḧemeřeş le batî pênc, şeş eka! ca beyanî legeł melabangidana xafatim eçê bo ser kanî jinan û çopî ekêşa û ew wêrdey exwênd:

gyanim ḧemeřeş, çawim ḧemeřeş
qewlî pênciman bû, boy kirdim be şeş!