xot ezanî caf le katî xoya germyan û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  408 Dîtin

xot ezanî caf le katî xoya germyan û kwêstanyan ekird, katê ke eçûn bo kwêstan ew řêbaze ke ewanî pya eçûn her deẍił û danêkî lê bwaye, hemûyan lenaw ebird û be laşyanewe şitêkî wa nebû, layan wabû ke małî goranxiwardin gunaḧî leser nîye! gelêkîşîyan derwêşî şêx kerîmî kirpiçne bûn «şêx kerîmî gewre». wa řê ekewt eger yekê le goraneken biçwayete lay mela û şikayetî bikirdaye, mela eytiwanî kurdey caf bang bika û pirs û cwabêkî lê bika, kuřeş leber ewey qemterî şêxî le dema bû eçû.

mala qadir mela ’elî hebû, melay «mewlanawa» bû, dû şaxî gay hênabû, her be pêstekeyewe letenîşt xoyewe day nabû, katê ke yekê le goraneken ehat şikayetî le kurdêk ekird, mela eynard be şwên kurdekeda, kurdekeş eger derwêşî şêx bwaye, le tirsî şêx eçû, mala şer’î ekird le beynî ew û goranekeda. dyare şer’ her belay goranekeda eçû, çunke her kurdeke bû zyanî deẍłî geyandibû be goraneke! bêguman emîş pêy řazî ne’ebû. ca mela qadir her xêra eynewî le şaxekan û leserî xoy tund ekird, řûy ekird kurdeke eyut: were şeřeqoç bikeyn, eger min tom bezand ewa şer’ekem tewawe, eger toş minit bezand, be řê eçît hîç nadeyt!

kabra ke çawî be şax ekewt, eyut: mala to qazîyekî xast hawridge, gabor diro naka, xwa bitka be saqey şaxî gabor û kerîmesûrî kesnezan! emca zyanekey ebjard!