şêx cemalî etruşî boy gêřamewe witî lew...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  546 Dîtin

şêx cemalî etruşî boy gêřamewe witî:

lew şarezûre le «warmawa» bûm, pîrêjnêk hate lam şikayetî kird ke dîzeřonî hebuwe derwêş ḧemesenî şatrî dizîwyetî û naydatewe. witî: minîş nardim derwêş ḧemesenim hêna be qisey xoş û be lêdan neçuwe jêrî, swêndî exward wekû gełay dar be xwa û be pêẍember ke neybirduwe. pyawêk lewê bû û hat pê witim swêndê be «sey saq» bide, řastyeket pê ełê. minîş hênam witim: řû bikere sey saq biłê bew sey saqe min ew řonem nebirduwe, her ewendem zanî witî: desa qurban min birdûme û çû dîze řonekey hênayewe! paşan pêm wit: to ew hemuwe swêndet be xwa û pêẍember xward be diro, ke çî ke hate ser sey saq řastit wit, eme çî bû? witî: xwa û dardestey xwa le pyaw eygirin û ewende tuře nabin, bełam ew sey saqe bêfeře des we demî sega eka, le řastî lew nawêrim!