lew binarî kulyayî ye dû kabray dehołkut...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  506 Dîtin

lew binarî «kulyayî» ye, dû kabray dehołkut bê bazařî řûy tê kirdibûn, bo zemawenê bo şitêk egeřan bela dêkana, hîç nebû. bela dêyeka têpeřîn, seyryan kird pełe pyazêkî baş heye. hatne ser ewe xo îş nîye ba pyaz bidzin. ke çûne awayîyeke, xwa zemawenêkîşî řêk xist, bełam ewan her leser pyaz dizînekey xoyan her cext bûn, yekêkyan řûy kirde pełe pyazeke û yekêkyan çû bo hełsûřanî şayeke, kewte lêdan û şayî germ bû, ewey ke bo pyaz dizîneke çûbû seyrî kird hełnakenrên, qozaxeke le zewyekeda emênêtewe, bangî kird le hawřêkey witî:

quzax sexte weder netê
her çen twam we kelk netê

emî tirîş be dem dehoł lêdanewe bem core cwabî dayewe:

biço cuwe aw berde tê
serekey nermû, binkey dertê
ḧele le lew, le le lelew
dwîteł, kuřeł keftine ew.