mela sałḧî myaneyî le cêşane mar pêywe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  642 Dîtin

mela sałḧî myaneyî le cêşane mar pêywe dabû, ḧałî zor şiř bû, xistibûyane naw colanewe û řayanejend bo ewey mişk be serya tênepeřê. derdekey řojbeřoj girantir ebû, hênayan bo suleymanî bo lay duxtor, duxtorîş ew wexte duxtor melîk bû. duxtor gelê be dawderman legełya xerîk bû. kełkî nebû, le encama pêy wit: bawkim mareke kuşnideye, eger etewê çak bîtewe, ebê pyałeyek şerab bixoytewe. mela sałḧ witî: şitî wa nakem. duxtor melîk witî: bo çî? mela sałḧ witî: etirsim biçme ceḧenim! şêx babe ’elî tekyeyî lewê bû û witî: mirdût mirê, neşîxoytewe her eçîte ceḧenim! ke wate be qisey pyaweke bike ba êsta lem derde řizgarit bê, ta sibeynê xwa gewreye!