şêx miḧemedî şêx celal boy gêřamewe witî le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  609 Dîtin

şêx miḧemedî şêx celal boy gêřamewe witî:

le mizgewtekey ême pyawêk hebû gelê derdîserî řûy tê kirdibû, hemû paş nwêjêk epařayewe le xwa ke çakî bikatewe. carêkyan nwêjî ’îşa bû, le paş nwêjeke, le katî do’akirdina destî berz kirdewe û witî: xwaye gurçîlem çak keytewe, sipłekem çak keytewe, janî piştekem çak keytewe, perasukanim jan eken çakyan keytewe... îtir bem core zorî pêwe řoyşit, de dwanze azarî heł da. ḧacî miḧemedî ’enber le tenîştyewe bû, boy hełnegîra, lay lê kirdewe û pêy wit: mirdût mirê! boç xwa pîneçîye em hemû şwênaney to pîne bika? ta emane bika, dênê de dwanze zelamî řêkupêk dirust eka û îtir çî dawe beser em cût beqye û çwar pîneyyewe!