’eşretî ênaḧî lewberî sîrwan ewe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  386 Dîtin

’eşretî «ênaḧî» lewberî «sîrwan» ewe xistibûyan, «newřołî» ş lemberî sîrwanewe, mirdûyk le ênaḧîyekan mirdibû, newřołîgel eçin bo pirse, ke egene ser sîrwan seyr eken sîrwan hatuwe û natwanin lêy biden. yekê le newřołîyekan lember awekewe bang eka: «ho! marf, marf, ho». marf xawenî pirsey ênaḧîyekan bû. ewîş her le naw dewareke û le naw pirsekeda ełê: «ho bełê, ho bełê». ełê: a bê. ewîş dête ser sîrwan ełê: ha! bira êjî çî? emîş ełê: «bira ême hatgîn bo pirse, ewa çawit lêye sîrwan hatge winayełê bideyn «le aw», ewa her lêrewe fatîḧe»

hemû dest berz ekenewe fatḧeke exwênin, emna her yeke be şwên xoyana egeřênewe.