kabrayek lew wiłatî baneye kewte...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  347 Dîtin

kabrayek lew wiłatî baneye kewte serusewday jin hênan, bełam eywîst em jiney ke eyhênê kiç bê, kiçîşî dest ne’ekewt. le encama afretêkyan bo hełda wityan afretêkî zor be seruber û îş lê hatuwe, ewende heye çend mêrdêkî kirduwe. witî: çend mêrdî kirduwe? wityan: bexwa teẍarî tewaw kirduwe. witî: aya lem mêrdaney hîç mela û cołayan têda hebuwe? wityan: ne’. witî: desa her kiçe û min be awatî xom geyştim.