her lew ber kêwe kabrayek jinêk dênê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  377 Dîtin

her lew ber kêwe kabrayek jinêk dênê, bełam hîçî lê naka ta çend řojêk. řojêk beyanî zû jineke eçê bo kanî seyr eka çend jinêk mele eken, ewîş lêyan epirsê: ewe boç êwe hemûtan her mele eken? ewanîş têy egeynin ke leber çî û bo çîye em melekirdinyan.

ke eçête małewe bo mêrdekey egêřêtewe û pêy ełê ebê toş wa bikey. pyawe ełê: «min pêwem nîye» ełê: bikře. ełê: parem nîye. jine ełê: kabra taranîyekan tewqeserimit edemê, biço bikře yaxo bixiwaze. kabra taranîyekan wer egrê û bo sibey şewê kêr û gûnî nîşanî jinekey eda, ełê: ha emem kiřîwe. jine destêkî lê eda û ełê: başe, ey ew dû gułinge bo çîye wa hênawte? ełê: wełła afret ewane bo cwanî hênawmin. jine ełê: «ca pyaweke! pyawî hejar û bê pare û pul cwanî bo çîye? birya ewaneyan bixranaye ser dirêjî ya panî ewey ke xot pêy ełêt kêr».