feqê miḧemedî hemewend mudîrî naḧyey...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  445 Dîtin

feqê miḧemedî hemewend mudîrî naḧyey bazyan bû, didan taze dahatbû, taqme danêkî dirust kirdibû, xistibûye demî.

em feqê miḧemede be nawî mudîryewe we ya ’eşayryewe eçê bo «tekye»y qeredaẍ mîwanî nûrî şêx babe ’elî ebê, ke şêx nûrîş beşêkî le ’eşayrîda hebû, şêx nûrî pyawêkî ebê feqê miḧemedî naw ebê.

le katî nîweřoda sînî nan da’enrê. feqê miḧemedî hemewend be danekanyanewe nanî bo naxurê. danekanî derdênê û leser sînîyek day’enê, paş nan xwardin le bîrî eçêtewe hełîbgirêtewe, feqê miḧemedî pyawî şêx nûrî sînîyeke heł’egrê, ewî le ser mawe xizmetkar eyxiwa û êsqan û xewş û xałeke eřêjênête ser nwêlkeke segelî lê ko ebêtewe, çî mawe ewanîş ewe exon. feqê miḧemedî pyawî şêx nûrîyş nazanê leser em sînye didan heye, webełku xełkî ew wiłate eme her nazanin, ke didan dirust kirdinewe her dahatuwe.

le paş maweyek feqê miḧemedî hemewend didanekanî ekewête fîkirî ełê: şêx nûrî danekanim le ser sînîyeke bû çî lê hat? şêx nûrîş feqê miḧemedî pyawî bang eka û ełê: kwa didanekanî feqê miḧemed? sînyeket çî lê kird? (ewan be şêx nûrîyan ewt kake nûrî) ełê: wełła kake nûrî sînîyekem řişte ber seg! feqê miḧemedî hemewendîş her elê: kwa didanekem? şêx nûrîş nazanê çî biłê le axra çar namênê ełê: «wełła feqê miḧemed didanekanit kiraye ber seg û seg xwardî» ełê: kê way kird? ełê: feqê miḧemedî pyawî min. ełê: «desa kure, gû we goř bawik herê nawî feqê miḧemede» şêx nûrî ełê: «axir to xoyşit feqê miḧemedit nawe» ełê: «kure gû we goř bawik xoyşim! her feqê miḧemede bawe ḧîzekey to berkewê min qîrusya».