kabrayekî darberûle yî barê şûtî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  426 Dîtin

kabrayekî «darberûle» yî barê şûtî hênabû bo suleymanî bîfroşê, kabrayekî şarî le qerax şar tûşî bû, lêy pirsî: tuxwa bira řêgay «wêłder» kameye? kabray xawen şûtî witî: «barekem şûtye». ewîş witî: min řêgay wêłderit la epirsim. kabra witî: «bira! bare, gewreşî tyaye û biçûkîşî tyaye».

kabray şarî witî: hey hey! doşaw be gunit, min çî pê ełêm û ew çî ełê? xawen bar witî: bira biçûkekan yekî be qiřanêk gewrekan yekî be dû qiřan. kabra îtir wazî lê hêna.