le qisey gwêy agirdanî kurdaney ełê mel...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  405 Dîtin

le qisey gwêy agirdanî kurdaney ełê: melêk heye xwardinî her guwe, řojêk fîkir ekatewe ełê ewe boç min her gû bixom? ewe qaze, ewe baze, ewe bulbulî xoş awaze goşt û guł û şele baxî exon, ba minîş biçim wekû ewan bikem û wekû ewan bixom? maweyek eřwa û egeřa hîçî dest nakewê, le birsa lakey dê û lewaneye ha êsta ha tozêkî tir, be naçarî ba edatewe ser gû xwardineke, car her denûkî lê eda û ser berz ekatewe ełê: ya řebbî şukir, eger emeş nebuwaye min çîm bikirdaye?!