sałêk taze otomobêl dahatbû pyawêk le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  428 Dîtin

sałêk taze otomobêl dahatbû, pyawêk le «sine» kargeyekî otomobêlxaney danabû, ta bîst şagirdêk lewê îşyan dekird, pêwîstî be hî tirîş hebû, bełam dest ne’ekewt. řojêk kabrayekî çewlî simêł babiř be ber kargeda têpeřî, ke çawî bewane kewt çuwe jûrewe û selamêkî kird û henaseyekî hełkêşa witî: naşkurî nebê westayan qedryan nemawe. westay xawen karge ke em qiseyey bîst, zanî ke em pyawe kismêkî hebuwe û lêy qewmaw. xêra witî, kursîyekyan bo hêna witî: wa dyare em pyawe ehlî em sin’eteye û xwa narduye ba lêre îş bika. řûy tê kird û witî: wa bizanim cenabîştan westan?! kabra dîsan henaseyekî tirî hełkêşa û witî: erê be xwa minîş be lay xomewe westa bûm. witî: eger zeḧmet nebê bifermû ta bizanim westay çî bûn? witî: carub - bend! westay xawen karge em kismey nebîstibû witî: qurban carûb - bend çîye û me’nay çîye? witî: qurban yanî gesk be dest! min westay gesk bestin bûm. kabra witî: řaste, westayî qîmetî nemawe. pelî girt û kirdye derewe!