mîrza marf boy gêřamewe witî le serdemî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 6 Xulek  1210 Dîtin

mîrza marf boy gêřamewe witî:

le serdemî meḧmû paşada melayekî piřî nûranî le hełebce hebû, em melaye tełaqîşî çak ekirdewe, xot eyzanî sê tełaq ke bikewê be caş nebê çak nabêtewe, em melayeş leber ewe îşî musłiman pekî nekewê şer’îş řêga bida pyawêkî xełkî ew ser şîwe hebû «’ebe»y naw bû, řagîrî kirdibû bo ewey eger carêk tełaqêkyan hênaye lay û be caş nebê çak nebêtewe, «’ebe» bibê be caş û nikaḧ dirust bibêtewe. ’ebeyş bew pareye ke le caşîyewe destî ekewt ejya û ewa ewîtrîş heye, îtir be řeḧetî bo xoy qaçî řakêşabû! dîsan legeł emeşa ke şer’ řêgay dawe û wekû xot eyzanî ne kabray caş, pêy xoşe be aşkira em caşye bika û wene kabray tełaqkewtûyş eyewê ew nawe bikewête şwênî ke pêy biłên tełaqî jinekey be mare be caş kirdotewe. be kurtî eme bo herdûlayan ’eybe.

pyawêk hebû «ḧemey baram»yan pê ewt, pyawêkî kełepyaw nasraw bû, hatbû be serya sê tełaqî xwardibû, herçende emla û ewlay ekird tełaq çak nebowe. wityan bawkim be xwa be mare be caş nebê çak nabêtewe. ḧeme witî: min îşî wa çon ekem? meger řûy xom řeş kem û wiłatî hełebce be cê bêłim. wityan biram eme şer’ řêgey dawe, to lem jinet sê çwar mindałî wirdit heye, bo małî xot kawil û mindałekanit derbeder ekey? witî: małim kawil ebê û mindałim derbeder ebê qîrusya, min em peřoye nadrûm beser şanî xoma. her çend legełî xerîk bûn kełkî nebû.

înca xizman çûne bin destî jinekeyewe ke le ber ewe małekey lê têk neçê û mindałekanî derbeder nebin bênê mêrd bika be «’ebe» û paşan tełaqî bida û paşan «’ebe» tełaqî bida û paş «’ide» ḧeme marey bikatewe, bełam em îşe nabê ḧeme pêy bizanê. jine û xizmekanî çûn bo lay «mela momin» karesatekeyan têgeyand wipêyan wit: ke em qiseye biław nekatewa le axra ke marey kirdewe, be ḧeme biłêt şer’ řêgey dawe ke marey bikatewe. le naw xełkîşa ke wityan mela momin marey jinekey kirdotewe le ḧeme, îtir kes qise naka, ełên dyare mela momin řêgayekî şer’î be bê mare becaş dîwetewe.

jine mare kira le ’ebe, legeł mare kirdina de mecîdî xoyşî wergirt û çuwe perde, paşan tełaqî da, «’ide»y emîş beser çû, mela momin nardî be şwên ḧemeda ke «qîl» êkim bo dozîwetewe jinekey xoy lê mare ekemewe. ḧemeş emey zor pê xoş bû, çû jinî lê mare kirayewe, bełam hîç be karesat nazanê! le naw xełkîşa biław botewe ke ḧeme sê tełaqî xwarduwe û hîç melayek boy çak nakirêtewe ke çî êsta wa ḧeme jinekey hênawetewe! lê yan epirsî çon hênatewe? ewîş eyut: mela momin fitway bo derkirdum û ew boy çak kirdumetewe! ew her le ser ew qiseyey xoy sûr bû, û be řastîşî ezanî ke mela momin «qîl»y bo dozîwyetewe legeł emeşa xoy zor heł’ekêşa ke jinekey bebê mare be caş hênawetewe!

le axra pêyan wit: mirdût mirê to le kwê nûstûy?! jineketyan be marebecaş bo hênawîtewe û caşekeş «’ebe» buwe. em bas û xwase hemû kes pêy zanîwe, tenha xot nebê. witî: kure nabê şitî wa? wityan: berêwełła řast waye. ḧeme destêkî kewte pêş û destêkî kewte paş, taze çî bika û kar le kar tirazawe, eger bar eka boy nakirê, eger emênêtewe be çi řûyekewe le wiłatî hełebce bimênêtewe! kewte ser ewey ke tołey xoy bisênêtewe maweyek lem fîkireda bû le encama hate ser ewe ke xoy bika be jinêkî sê tełaq diraw û mare bikirê le ’ebe! hênay em qiseyey le lay çwar kes le xizmekanî xoy dirkand û temêşî kirdin ke kes bem îşe nezanê! hesta ciłî jinaney leber kird û řîş û simêłî xoy lus lus taşî û çarşêwêkî da be serya û dengî xoy gořî, yekê lew pyawane ke qisey legełyan kirdibû, kirdî be mêrdî xoy û pêş xoy da çûn bo lay mela momin, kabra witî: eme jinme û sê tełaqim xwarduwe û ebê çarêkman bikey? mindałdarîn ba serman lê têk neçê. mela momin witî: bawkim hîç çarêk nîye meger «teḧlîl» nebê. kabra witî: qurban teḧlîl çîye? witî: bawkim teḧlîl eweye ke em jiney to ebê le yekêkî ême mare bikirê û paşan tełaqî bida û emca to bîhênîtew, kabra witî: ca mamosta eme mare be caşî pê ełên. min çon şitî wa ekem?! mela momin witî: desa bawkim be xwa leme zyatir řêga nîye.

kabra tozê xoy bada û destî kird be mincir kirdin. le paşa řûy kirde jine diroznekey witî: to çî ełêy? jineş be nermêkewe witî: keyfî xote. emca pyawe witî: başe mamosta, bełam kes pêy nezanê, mamostaş witî: min pyawêk le lay xom heye her em îşe şer’yane eka û kesîş nayzanê. emca kewte êwarê «’ebe» yan hêna jiney lê mare kird û de mecîdîşyan daye û hate derewe her ew şewe perde dirust kira, jine çuwe jûrewe paş beynêk «’ebe» yiş çû bo lay, ’ebe derpêy û û merpêy dakend û xoy saz kird û çû be lay jinewe! le nakaw jiney çarşêw beserî kone ḧeme, çarşêwî fiřê da û be xoy û be ḧeyte boryewe peřye kołî ’ebe. ’ebe be tewawî ḧepesa û destî kird be hawarkirdin bo xatrî xwa bimgenê eme jin nîye de’baye swarim buwe! ḧemeş behêze û kełepyawe cułey lê biřîwe. dergaş le jûrewe daxra, ta xełk firyay kewtin em bû be zawa witî: keranbawgaw awa ḧeqit lê ekemewe, emca be ḧemey řasteqîne û kêrî guwawyewe le perde hate derewe û xoy pîşanî xełkeke eda.