le serdemî miḧimd abin risul da yekêk le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  608 Dîtin

le serdemî «miḧimd abin risul» da yekêk le «mibşir»e gewrekanî ewrupa le jêr nawî bazirganîda řêy ekewête sabłax, bełam le pałya xerîkî pirupagende ebê bo ayînî gawrî. eçête lay îbin řesul «wate řesûlî zekî» ełê: «mela aya xwa etwanê em şare le naw hêlkey fîřne guleyekda pîşan bida bebê ewe hîçî lêkem katewe?» mela ełê: bełê zyatrîş eka, ełê: çon? ełê: «nabînî çawî to le hêlkey fîřnegule biçûktirîşe ke çî em hemû kêw û deşt û derudeweney têdaye. bebê ewe hîç cyayêk le gewre û biçûkîda le beynî ewan û esłekeda hebê?»