sey miḧemedî hûye pyawêkî le xwatirs û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  464 Dîtin

sey miḧemedî «hûye» pyawêkî le xwatirs û xełwet nişîn bû, çile xaneyekî hebû, cacar eçû lewê çiley ekêşa, carêk eçête ew çilexaneye bo çilekêşan, pîrêjnêk le awayyekeda bû, hemû car eçuwe çilexaneke, kunêk le çilexanekeda bû, serî ena be kunekewe eyut: seyî gyan! hîçit nawê bot bênim? ewîş eyut: namewê. çend carêk em pîrêjne em hatuçwey kird, le axra sey; miḧemed witî: bełê emewê, pîrêjne zorî pê xoş bû, witî: çît ewê be qurbanit bim? witî: emewê dû berd û nextê quřim bo bênî em kuney pê bigirim ba îtir ewende to neyeyte serim!