xałe haşim hebû le suleymanî legeł şêx...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  442 Dîtin

xałe haşim hebû le suleymanî legeł şêx babe ’elîda ser û sewdayekyan hebû, xałe haşim beqał bû, be şew û be řoj xerîk bû, hîç pişwî ne’eda. řojêk leser ḧewzî mizgewteke «tirê»y eşordewe, şêx babe ’elî lêy pirsî haşim ewe çî ekey? haşmîş zor weřs bibû, witî: qurban çuzanim eme penca sałe îş ekem em meşke řeşe eyxiwa, her têr naxwa û zyatir dawam lê eka.(mebestî le meşke řeş sikî bû) şêx babe ’elîş witî: ca were toş tołey lê bikerewe; maweyek toş îş meke. ba ew kar bika û emca toş bîxo!