sey ḧisîn hebû xełkî sine û kwêr bû her...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  449 Dîtin

sey ḧisîn hebû xełkî sine û kwêr bû, her kwêrî zikmak bû, îşî her geřan bû be wiłatana. řojêk lew wiłatî mukiryane melayek lêy epirsê aẍay sey ḧisîn! le kitêba efermûy eger xwa ni’metêkî le yekêk wer girtewe le batî ewe ni’metêkî tirî edatê; xwa ke nî’metî çawî le to wergirtotewe û kwêrî kirdiwî çî tirî pêy dawî? sey ḧisîn ełê: «cenabî mamosta! çi nî’metêk lewe baştire ke řûy cenabit nabînim?»