kabrayek le kerkûk hetîwêkî taw dabû ş...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  495 Dîtin

kabrayek le kerkûk hetîwêkî taw dabû şwênî dest nekewt seyrî kird dergayek kirawetewe û dałanêkî lêye. legeł hetîweke çûne ewê. kabray xawenmał le dengî hetîweke be aga hat û seyrî kird şitêkî waye. witî: çon ebê le dałanî ḧewşey mina şitî wa bikirê?! her dirêjey da be qisey û neybiřyewe. wa dyar bû hetîweke leme tûře bû pêy naxoş bû witî: «mirdût mirê! çîye naybiřîtewe? toş were le naw dałanî ême ewende bide heta çawit derdêt».