feqê qadir řebatî pyawêkî pyawane û qise...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  662 Dîtin

«feqê qadir řebatî» pyawêkî pyawane û qisezan û bedesełat bû, le wextî xoya yeke pyawî «şêx meḧmûdî» ḧefîd bû, witî: le hîç şitêk natewawîm nebû: le mał, le wiłaxî çak, le ewlad, legeł şêx meḧmûda çûyn bo kerkûk û mîwanî «seyd eḧmedî xaneqa» bûyn. ew serdeme pyaw nebû le wiłatî kerkûkda nawî hebê tenha seyd eḧmedî xaneqa nebê. tenha me’murekanî ḧukumet beyanyan pêş çûne dayereyan û êwaran le katî geřaneweyana ta neçûnayete dîwe xanî seyd eḧmed û qaweyan nexwardyetewe ne’eçûne ser îş û lay małî xoyan. ke çûyn çend řojêk le lay seyd bûyn. řojêk seyd pêy witim: «feqê qadir etewê dewłemendêkî tewaw bêt û bê eqił bî, ya etewê pyawêkî jîr û dana û lat bêt?»

minîş ewa dyare le samanî dinya leser hîç pekim nekewtuwe û nayet bedłima ke em samaney min heme le destim bêtewe. witim weła cenabî seyd ewey dûhemim ewê. fermûy ewa bom morkirdî.

dinya perdeyekî tirî beserhat; řoj nehat řojêkî tirî bedwada hat. dewrî mêx meḧmûd nema. minîş wirdewrde řûm kirdekzî. jin mird, małim ledest bwewe, wiłaxî keḧêle hemûy tyaçû, ewlad dinyay bawkyan becêhêşt, hîçim be destewe nema; her mamewe xom û xom.

em maweye bîst û dû sałê pêçû. le dway bîst û dû sałe řêm kewtewe kerkûk. leser tîlme kaẍezêk nûsîm bo seyd eḧmed: «cenabî seyd ewey yekemim ewê». ewîş le piştyewe nûsyewe: «feqê qadir taze morkira, her ewey duweme».

seyd eḧmed le paş bîst û dû sał têgeyşit ke wextî xoy min çîm wituwe û ew çî wituwe!