heta sałî 1948 hendê îşukar hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  529 Dîtin

heta sałî 1948 hendê îşukar hebû, emane her taybetî bûn be cûlekewe, wekû xumxanegerî, zêřingerî, musułmanekan ne’ebuwa em core îşaneyan bikirdaye; çunke zor zor şureyî bû. le wiłatî erdełana tenanet bazirganî, wate çît û kutał firoştin, pare gořyewe,(wate seřafî) her ebuwa cûleke bîkirdaye - duktorî û ḧekîmî bo mûsłimanekan ’eyb bû. bo aẍawat û begzadey derewe şarekan (fermanberî - mozef) eger byankirdaye ḧeyayan le hemû ’alema eçû.

le gundekana małe cûleke hebû. em cûlekane îşî giranî ladêyan ne’ekird. çend piryaskeyekî dawwiderman û derzî û dezû xene û wisme (ke hemûy barî kerêk ne’ebû) sermayey jyanyan bû, le aẍa û miskênî gundeke baştir û puxtetir řayan ebward.