sałê 1934e řabwardinî suleymanî corêkî tir...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  788 Dîtin

sałê 1934e řabwardinî suleymanî corêkî tir bû. ḧemdî efenî çayçî (xawenî qewanî ay ay) biřyarî da perd epławêk le małewe dirust bika û bo nîwerojî ew řoje ke řojî sê şenbe bû, bihênête mizgewtî ḧacî mela řesûł bo ew deste dost û biraderaney ke bangî kirdibûn bîxon. destekeş birîtî bûn le:

mistefay ḧacî mela řesûł, westa ewřeḧmanî kebabçî, westa eḧmedî ḧacî sîfułła, xald efenî, dewrêş eḧmedî çayçî, ḧacî mela ’arfî bisto, westa sałḧî çayçî, ḧacî ’ezîzî tûtniçî, mela ḧesenî şatrî. dyare minîş be şwênyanewe. nwêjî nîweřo kira. ḧedmî efenî małekeyan nizîk bû le mizgewtekewe. dûsê car hatuçoy małewey kird û her car ke ehatewe řengî zyatir têk eçû. ḧemdî efenî xoy le xoya tûře bû, lew hatuçuweşda eweney tir agirî girtibû. le ême waye perde piławeke řêk nekewtuwe û le şermezarîdada tûře buwe, ême hemû hestiman pê kird. mamosta mela mistefa hate qise û witî:

ḧemdî efenî! hîç tuřeyî û şermezarî nawê, ême hemû birayn û xêzanî małêkîn, xo ẍerîb nît, dûr nîye le małewe îşyan hebûbê ya boyan řêk nekewtibê nan dirust ken, êsta enêrîne bazar le kebabe nayabekey westa ewřeḧmanman bo dênin û nan exoyn, îtir bo çî xot seẍłet ekey?

ḧemdyefenî îtir xoy negirt. witî: mela mistefa ewe to ełê çî? nanî çî û şitî çî? min ewa sał û ’eyam û zeman îmřo hewesim hestawe lew qeḧbebabey jinim. her ke eçmewe be pele seyr ekem sê çwar dêłe qoř le jûrekedan. eybeme jûrêkî tir ew xiraptir, małekeman îmřo buwe be nîrgelekey sey eḧmedî babe řesûłewe, nazanim em hemû jine çîye îmřo řûyan kirdote małî ême? minîş be xêr ebê bo xom sebir kem ta sałêkî tir em wexte.

le paşa perde piławyan hênił, bełam çi perde piławêk? perde piławêkî şîr daxî, be řonî zerd û birincî biskan dest û pencey ecexan lênrabê, ebê çi perde piławêk bû bê? ay ḧewt car siław bo řone zengekey ew řoje.