mîranî kuřî diktor selaḧ mîranî temenî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  554 Dîtin

mîranî kuřî diktor selaḧ mîranî, temenî le şeş sałana bû. le hewlêr be dû mîl eçûyn bo hewargey pîrmam. min hanî jinekanim da û xistimne tirombêlekey duktor selaḧewe û ew lêxuřî, min û hendî kesîş le otomobêlekey lay mina bûyn, mîran legeł min bû, her ke hatim swar bûm ewende tuře bibûm le jinekan witim: «her kes legeł jina bê le cehenem daye». ewendem zanî mîran be bê westan witî: «ke wate bawkim êsta le cehenemdaye?»