mistefa nerîman gêřayewe witî ew kabra...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  781 Dîtin

mistefa nerîman gêřayewe witî:

ew kabra cafe ke ḧeme paşay cafî koşt, řojêk tifengêk egrê be destewe. ḧeme paşa be tenha le xêwetekey xoya danîştibû. kabra eçête jûrewe boy, ḧeme paşa ke çawî pê ekewê bew core ełê: «dewît bawik! bawkit we gałokewe nehatote jûrewe êsta to we tifengewe dêt»? kabraş ełê: «paşa! bawkim bawkî nekujyage, min bawkim kujyage». eme ełê û teqey lêy heł’estênê û eykujî.