ałtun efendî hebû le suleymanî le gaw...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  676 Dîtin

ałtun efendî hebû le suleymanî le gawrekanî suleymanî bû. geřekî gawran û mizgewtî babe ’elî dirawsê bûn, mizgewteke dû dergay hebû. ałtun efendî be xoy û be sedarekey serî û lew kewa û çaketekey beryewe hemû řoj destî exsite piştî û lew dergakewe be naw ḧewşey mizgewtekeda têy epeřê, lem dergakewe der’eçû û eçû bo bazař. be hoy em zor hatuçokirdine û be hoy dirawsêtîşewe le geł şêx babe ’elîda serusewdayekî başyan peyda kirdibû.

lew xwareweş xwace «şelemo» hebû le geřekî cûlekan, ewîş hoy ewewe ke me’ameley legeł tekyeda ekird, her care kiław û camedanekey ekirde serî û řîşe tope maş û birincekey deq eda, kewaw sełtey le ber ekird û ’ebakey eda be şanya û le pêşewe eygirt û ehat bo lay şêx babe ’elî. îtir babe ’elî bû, gelî cor nimûney le lay ko ebuwewe. ałtun efendî û xwace şelemo le bazařa yektiryan enasî, zorcarîş lay babe ’elî yekyan egirtewe, ewendey tir nasrawyan koktir ebuwewwe. legeł babe ’elîda be bê perde bazařî hemû core qiseyekyan germ ekird. min nawêrim biłêm ewa mûsłimanêk û cûlekeyek û gawrêk ko bûnetewe! meger her şêx babe ’elî xoy bîwtaye. ke lêyan epirsî way cwab edayewe.

řojêk şêx babe ’elî ewa legeł şelemo û ałtûn efendîda pêkewe danîştibûn. be ałtun efendî ełê: ałtun efendî ḧezretî ’îsa gewretir bû ya ḧezretî mûsa? ałtûn efendîş ełê: qurban! pirsyarî wa çon ekey? dyare ḧezretî ’îsa gewretir bû. ełê: çon? ełê: «ḧezretî ’îsa mirdûy zîndû ekirdewe, ḧezretî musa zîndûy emrand, ḧezretî ’îsa her le bêşkeda qisey ekird, ke çî ḧezretî musa le paş heşt sał hate qise kirdin; ewîş ewende pařayewe le xwa witî: xwaye tozê zimanim bereła ke bo ewe xełk le qisem têbgen. bew nałî ’elîye taxwa tozê zimanî daye. çon ḧezretî ’îsa gewretir nîye?»

xwace şelemo demî bû be tełey teqîw. emca řûy kirde ałtun efendî witî: hey zoł! to ewende zîrekî bo çî musłiman nabî?

ałtûn efendî witî: «eger xwa byewê musłiman ebim». xwace şelemo witî: «wełła xwa eyewê, bełam şeytan nayełê». ałtun efendî witî: «ke wate xwace şelemoy gwêreke, min şwên eweyan ekewm ke behêztire».